Author: Michael L. Chyet

Li Kitêbxaneya Kongresê (Library of Congress) li Washintonê dixebite. Pirtûkên bi zimanên Rojhilata Navîn katalog dike: Farisî, Kurdî, Tirkî, 'Erebî, Sûryanî. Her wisa ew zimannas e û folklornas (zargotinnas) e jî, û bi rîya Skypeyê dersên Kurmancî û Soranî dide. Çapa yekem a ferhenga wî ya Kurmancî-Ingilîzî li sala 2003'yan derket, û niha li ser çapa duyem dixebite. Her wisa, ew hêvîdar e ku pirtûkên wî bo hînbûna Kurmancî û fêrbûna Soranî dê di van nêzîkan da jî bên weşandin. Email: mooklash@yahoo.com

MICHAEL L. CHYET Vejandina zimanê Îbranî – ji sedsala 19em bigire heta nîvê sedsala 20em – li Ewrûpayê û li Filistînê pêk hat. Berî wê serdemê zimanê  Îbranî — zimanê pîrozwer ê Cihûyan bû, ku berî du hezar salan wek zimanekî zindî ji holê rabûbû, û zimanê Aramî (Sûryanî) li Filistînê cihê wî girtibû. Wek encama vejandinê, zimanê  Îbranî bûye zimanê nivîskî û devkî yê rojane û yek ji du zimanên fermî yên dewleta Îsraîlê. Ev yek çawa pêk hat? Di destpêka sedsala 19em de, Cihûyan ji seranserê dinyayê xwe digihandin Filistînê. Her komeke Cihûyan bi zimanekî dipeyivî, û ji…

Read More