Author: Michiel Leezenberg

Li Zanîngeha Amsterdamê bernameya masterê ya “Di Cîhana Modern de Islam” ders dide. Sala 2001ê de Felsefeya Islamê: Dîrok (bi zimanê Holandî) weşand ku hêjatirîn pirtûka felsefeyê bi zimanê Holandî ya salê hat hilbijartin bo xelata kûpaya Socrates. Xebatên wî yên niha li ser cîhana Islamî ya modern in, dîrok û felsefeya mirovatîyê û meseleya Kurd. Di çendîn zanîngeh, think-tank û enstîtuyên siyasetçêker de wek mêvan ders daye. Bi awayekî rêkûpêk tevkarîya beşa Books a rojnameya netewefireh NRC Handelsblad dike. Email: m.m.leezenberg@uva.nl

Kurdolojîya Sovyetî û Oryentalîzma Kurdî MICHIEL LEEZENBERG JI ÎNG.: ŞIVAN KELEŞ Destpêk Lêkolînên li ser Kurda yên bi zimanê Rûsî, ku ji alîyê lêkolînerên ji serdema Çarîst û serdema Sovyetî ve hatine kirin, em dikarin bêjin ji nav tevkarîyên grîngtirîn in di warê Kurdolojîyê de: di sedsala 19a û behtirê sedsala 20î de weșanên lêkolînerên Rûs û yên Sovyetî yên li ser Kurda ji alîyê çendanî û çawanîyê ve jî yên herî biserketî bûn. Li jêr ez dixwazim bi kurtî bidim dû şopa dîroka lêkolînerîya Kurdî ya bi zimanê Rûsî. Bi nêrîna min ev dîrok ne tenê ji bo…

Read More