Author: Martin van Bruinessen

Li Zanîngeha Utrechtê fizîk-matematîk û antropolojî-sosyolojî xwend. Di navbera salên 1974-1976a de piştî xebata xwe li qadê ya li herêmên Kurda yên li Tirkîye, Iraq, Îran û Sûrîyeyê teza xwe ya doktorayê ya Agha, Shaikh and State: On the Social and Political Organization of Kurdistan pêşkêşî beşa antropolojîyê ya Zanîngeha Utrechtê kir. Dû re di beşa Turkolojîyê de dest bi lêkolînên dîroka Osmanîyan kir. Ev xebata wî wek Evlîya Çelebi's Seyahatname (tevî Hendrik Boeschten) di 1988a de hat weşandin. Ji 1982ya vir de li ser Endonezyayê dixebite. Di 1994a de li Holandayê zanîngeha Utrechtê bû “pîsporê Kurd û Tirka”. 1996-1997a de li Zanîngeha Azad a Berlînê li kursîya Kurdolojîyê xebitî. 1998-2008a de bû profesor. Li Leidenê Enstituya Lêkolînên Islamîyetê li Dinyayê xebatên xwe domand. Hin berhemên wî yên din: Mullas, Sufis and Heretics: The Role of Religion in Kurdish Society (2000), Kurdish Ethno-nationalism Versus Nation-building States (2000), Tarekat Naqsyabandîyah di Indonesia (1992, Kurdish Ethno-nationalism Versus Nation-building States (2000), û gelek gotar. Email: m.vanbruinessen@uu.nl

Sadatê Nehrî an Geylanîzadeyên Kurdistana Navendî MARTIN VAN BRUINESSEN JI ÎNG.: YUSIV HEMED Malbateke aliman, ku îddîa dikin koka wan digihê Evdilqadir Geylanî, dawîya sedsala 19emîn û serê sedsala 20emîn de roleke polîtîk û sereke lîst di dîroka Kurdistana navendî de. Wek Sadatê Nehrî hatin nasîn, li ser navê gundê Nehrî yê li herêma Şemdînanê ku lê bi cî bûbûn. Şêx Ubeydullahê Nehrî serkêşîya tevgera 1880yê kir ku wek yekem serhildana neteweyî ya Kurdan tê zanîn. Law û nevîyên wî jî rolên mezin lîstin di tevgera Kurdan de ku bi vê re, rewşa xwe ya aborî û polîtîk zexm…

Read More