Author: Leyla Naderî

Lîsansa xwe ji Zanîngeha Kurdistanê Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî, mastera xwe ji Zanîngeha Azad a Tehranê Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî wergirtiye. Di navbera 2005-2008an de li Zanîngeha Peyma Nûr a li Merîwanê mamosteya zimanê îngilîzî bû. Doktoraya xwe jî li Çînê xilas kiriye. Şanonameya Antigone ji îngilîzî bo kurdî wergerandiye.

Di sedsala bîstem de di warên cuda de gelek guherînên gerdûnî yên curbicur pêk hatin ku mirov dikare li cem gelek neteweyên Rojhilata Navîn şopên van guherînan bibîne. Dijwariyên herêmî û siyasî yên wek jinavçûna xanedana Osmanî, serweriya Şêx Mehmûd li Îraqê di bin bandora Brîtanyaya Mezin de û encamên Şoreşa Oktoberê ya 1917an, bûyerên karîger ên sereke bûn. Başûrê Kurdistanê ji destpêka sedsala bîstem de xwedî dîrokeke neseqamgîr (unsteady) bû. Piştî Şerê Yekem ê Cîhanê aşkere bû ku artêşa Brîtanî ya li Îraqê, ne hevalbendê Kurdistanê bû. Wê bi awayekî ciddî plan dikir ku kurdan ji ber refaha wê…

Read More