Author: Alessandro Mengozzi

Li Italyayê li Turinê, di 8ê Tabaxa 1969a de hatiye dinyayê. Di 1993ya de, pileya Masterê (MA) ya di warê Klasîkan de ji Zanîngeha Turinê wergirt û 2000a de pileya doktorayê di warê ziman û çanda samiyan de (Semitics) ji Zanîngeha Leidena li Holandê wergirt. Di navbera 2004-2009a de di Zanîngeha Bergamoyê de wek lêkolîner xebitî û dersên zimanê erebî û samî da. Di 2013a de di warê Ziman û Çandên Rojhilata Nêz û Afrîkayê de wek profesor National Scientific Qualification stend. Ji 2015a vir de li Zanîngeha Turinê di Ziman û Çanda Samî de doçent e, dersên fîlolojiya samî dide xwendekarên lîsans û lîsansa bilind. Babetên wî yên sereke yên lêkolînê helbesta Suryankiya klasîk û Ziman û Wêjeyên Aramiya Modern in. Email: alessandro.mengozzi@unito.it