Puxte: Di tevahiya vê nivîsê de me projektorên xwe dan ser aliyê Yılmaz Güney î kurd di nav jiyana wî ya mirovî, hunerî û siyasî de. Ji ber ku ev aliyê wî ew alî ye ku her ji ber çavan tê veşartin, piçûk tê dîtin, tê îhmalkirin û jê tê tirsîn. Aliyê wî yê kurd wek hunermendekî navdarê di çapana cîhanê de ew alî ye ku divê aliyê herî dawî be. Ji ber ku di vegotina fermî de kurd nîne. Yılmaz, ji dema ku ew bûye xwedî hişmendiyekê û bi şûn de, bi tevî li nasnameya xwe xwedî derketin, bi huner…