Author: Burhan Tek

Sala 1983’yan Qoserê ji dayik bû. Sala 2011’an zanîngeha Dîcleyê beşa tibê qedand. Piştî xebata sê salan a li Cizîrê, niha li Qoserê doxtoriyê dike. email: tekburhan@gmail.com

Puxte: Ciwanmerd Kulek yek ji romannûs, çîroknûs û wergêrê kurmancî ye. Heta nuha bi qasî ku li ser zimanê wî hatiye rawestin herhal li ser romanûsî û teknîk û şêwaza wî nehatiye sekinîn. Em ê di vê gotarê de hewl bidin ku romana wî ya bi navê Defterên Perrîdankan ji bilî nirxandina giştî bêtir ji hêla vegêrannasî û teknîka wê ve binirxînin. Di pirtûkê de em ê li bersivên mîna teknîkên vegêrannasiyê çawa hatine bikaranîn, di romanê de vegêr rolekî çawa dilîze û li gor beşan vegêrekî çawa hatiye bikaranîn? hwd. bigerin. Em ê bi van pirsan karibin îmkanên vegêrannasiyê…

Read More

Puxte: Bi destpêkirina sedsala 20an re lêkolînen li ser edebiyatê bi pêş ketin. Edebi- yat nikaribû xwe ji zanistên cuda cuda dûr bixista û wê yekê jî kir ku zanyarên ji gelek aliyan li ser edebiyatê bixebitin an jî zanînên cuda li ser edebiyatê tetbîq bikin. ji hêla rexne û teoriyan ve her ku diçe tûrikê edebiyatê tijetir dibe. Berhemên sereke her çi qas neguherin jî bi çavên zanyarên edebiyatê bi awayekî din li ser wan berheman tê sekinîn. Edebiyat, êdî ji gelek waran sûdê werdigire; psîkanalîz, binyadgerî (Structuralism), fîzîk, femînîzm, ant- ropolojî, sosyolojî, hermenotîk û hwd. ji ber vê…

Read More

Puxte: Her çiqas bi pêşketina demê re kelepor xwe bi paş de vekişîne jî di hin mijaran de serdestbûna xwe didomîne. Elbet ev paşdekişandin û serdestbûn li gor berjewendiyan an didome an jî forma xwe diguherîne û didome. Îcar di nav adetên me kurdan de jî adetin hene ku bi awayê tetbîqkirinê li êwra cahîliyeyê tên, kurd bi giştî miletekî misilman be jî wexta ku mesele tê ser jinê û mafên wê, di hin qadan de mixabin hîn jî berjewendiyên mêran serdest in. Di vê nivîsê de ez ê li gor keleporê û dîn, li ser zewac û berdan û…

Read More

Xerabî yek ji têgehên herî berhemdar ên edebiyatê ye. Bi qasî ku “qencî” bi nav û deng e divê neyê jibîrkirin ku vê “qencî”yê ev navûdengbûna xwe bi xêra “xerabî”yê bi dest xistiye. Lewra weke qanûneke bingehîn hemû tişt bi dijberên xwe tên zanîn û li gorî wan qîmet digirin. Ji çêbûna însanan û heta niha şerek di nav qencî û xerabiyê de heye. Jixwe însan jî piştî xerabiya ku şeytên li Hz. Hawayê kir û pê ve ji bihuştê hat derxistin û îmtîhana qencî û xerabiyê li vir û li vê erdê dewam kir. Ji ber vê yekê ye…

Read More