Author: Umran Aran

Ji Qosera Mêrdînê ye. Li ser edebiyata kurdî ya modern dixebite. Niha li zanîngeha Mardin Artukluyê li enstîtuya kurdolojiyê wek lêkoler dixebite. Email: lawij@hotmail.com

Puxte: Mîxaîl Mîxaîlovîç Baxtîn (1895-1975) yek ji teorîsyenên giring ên sedsala bîstem e. Xebatên wî ji felsefeyê, fenomenolojiyê, heta dîroka çandê, antropolojî û zanista edebiyatê belav dibin. Teoriya wî ya karnavalê di nav xebatên wî de cihekî giring digire. Li vir bi wateya berteng bi tenê karnavalên normal, ne mijara Baxtîn e; herwiha şahî û pîrozbahiyên bi wî rengî jî mijarên wî ne. Baxtîn di karnavalên normal û di şahînetên di rengê karnavalê de, ji hêla civakî ve ruhekî dijber û hêzeke şoreşgerane dibîne. Li gorî wî di karnavalê de hiyerarşî dihên şikenandin, rutbe tên betalkirin û ji her koma civakê…

Read More

Puxte: Li gor teorîsyenê rûs Mîxaîl Baxtîn her gotin, her kelam, her gotar ji bo gotin û kelam û gotarine din bersivek in. Her gotin bersiva gotina berî xwe ye û gotina piştî xwe bi xwe re tîne. Heger bersiveke berî wê tunebe jî, gotin bersivekê texmîn dike û xwe saz dike, bi heman awayî hewl dide gotina piştî xwe jî texmîn bike. Ev yek wek teorîsyenê diyalogê di teoriya Baxtîn de cihekî girîng digire. Ev nivîsar angaşt dike ku di bingeha xebatên Baxtîn de jî ev motîvasyon heye û wî xebatên xwe wek bersivên aşkere an nepen rexsandine. Em…

Read More

Puxte: Parçebûna Kurdistanê, sînorên çêkirî û asîmîlasyona dagirkeran hem bi wateya kolektîf û hem jî bi wateya takekesî derûna kurdan têk dibe û rê li ber krîzên nasnameyê û xwebûnê vedike. Di vê nivîsarê de me hewl da ku em rewşa karakterên Tirsa bê Dirana Helîm Yûsiv di çarçoveya têgehên wek nasname, dîntî û dijkolonyaliyê de vekolin. Peyvên sereke: krîza nasnameyê, parçebûn, biyanîbûn, dijkolonyalî, dîntî.

Read More

Puxte Serdest di têkiliyên kolonyal û emperyal de bi gelek awayan pest û pêkûtiyan disepînin bindestan û wan kêmî xwe dibînin. Ji ber ku dixwazin vê dîtina xwe bidin qebûlkirin, her wiha hewl didin ku wan li gor dîtina xwe temsîl jî bikin; zîra ew nikarin xwe temsîl bikin divê bên temsîlkirin. Di vê nivîsê de bi alîkariya ramana temsîlê ya Said a di Şarkıyatçılıkê de teorîzekirî, em ê hewl bidin bê bi giştî di medyaya tirkan de û bi taybetî di rêzefîlmên wan de kurd çawa di çarçoveya toreyê de di peywenda oryantal/kolonyal de tên temsîlkirin.

Read More