Author: Nazif Coşkun

Di sala 1985an de li Semsurê ji dayîk bûye. Li Zanîngeha Çukurovayê Beşa Mamostatiya Îngîlîzî xwend. Li Amedê dest bi mamostatiyê kir, di vê navê de li Saziya Çand û Hunerê ya Cegerxwîn perwerdehiya sînemayê dît. Kurtefîlmeke wî bi navê Welat heye. Niha li Zanîngeha Îstanbul Bilgiyê Beşa Lekolînên Çandî de masterê dike. Email: coskunazif@gmail.com

Puxte: Ji ber ku kurdên li Tirkiyeyê ne xwediye tu dewlet û otonomiye ne sînemayek kurd a serbixwe tuneye. Sînemagerên kurd bi her awayî giredayî sektora sînemaya Tirkiyeyê ne. Ali Kemal Çınar sînemagerekî xeynî vê sektore ye. Ew fîlman xwe bi malbat û hevalên xwe vê çê dike û rastiya xwe û malbat û hevalen xwe bi fîlman tîne zimên. Ji ber vê yekê awayekî Brechtyenî fîlmên wî heye. Ne tenê ji aliyê sektorê lê aliyê wî yê çêker, kişandin, mijar û estetîkê jî li sînemagerên kurd ên din cuda ye. Çınar fîlmên bi mijarên rojane, kesane û bajarî bi şewazek mînîmalîst çêdike. Peyvên sereke: fîlm, sînema, mijar,…

Read More