Author: ‘Ebdulxaliq Ye’qûbî

Sala 1974an li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Bokanê ji dayik bûye. Ji sala 1994an ve di warê edebiyatê de bi nivîsîn û wergera edebî re mijûl e. Mastera xwe ya li ser civaknasiyê di sala 2007an de li Zankoya Kurdistanê qedandiye. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Başûrê Kurdistanê ye. Berhemên wî yên hatine çapkirin: Dengî Bilûrînî Deq (Gotarên rexneyî), Le Kultûrewe bo Edebiyat (Gotarên edebî), Macbeth (wergêran ji îngilîzî bo kurdî), Marksîzm û Rexney Edebî, Terry Eagleton (wergêran ji îngilîzî bo kurdî), Rexney Edebî û Qutabxanekanî, Charles Bressler (wergêran ji îngilîzî bo kurdî), Tojînewey Tîorîy Edebî, Roger Webster (wergêran ji îngilîzî bo kurdî), Diyalog û Dahênan (hevpeyvînên edebî). Email: yaghoobi74@yahoo.com

Puxte: Kerîm Deştî helbestvanekî hevçerx ê başûrê kurdistanê ye. Helbesta wî bi taybetî jî du defterên Dirextî Direwşanewe û Dirextî Xamoşî, ji aliyekî ve koka xwe di zemîna nerîtê û ji aliyekî din ve jî di zemîna modernîteyê de xurt kiriye. Helbestên wî xwedan taybetmendiyeke zindî û herikbar in û li pey xwesteka mijar û ramanên sereke ne. Dînamîzm û hereketa di helbestên wî de yekalî û sabît û mirî nîne. Form û pêkhatên zimanî di helbestên Deştî de ji bo afirandina etmosfêreke modern, bi riya sûdwergirtin ji xusûsiyeta naskirî ya helbestên klasîk çê dibin. Hêdî hêdî wateyên modern dertên…

Read More

Puxte Tecrûbeya wêjeya kurdî ya şoreşgeriyê, bi taybetî bi awayê helbestê, parçeyek ji tecrûbeya welatên mêtinkirî, cîhana sêyem e ku rewşa siyasî ya taybet ew ber bi nivîsandina awayê şoreşgerî de biriye. Du taybetiyên sereke yên vê tecrûbeyê hene. Yek, di asta tekstê û gotara tekstuel de, helbesta kurdî ya şoreşgeriyê hewl dide nasnameyeke kurdî ya neteweyî çêbike ku di rastiyê de demeke dirêj e gef lê hatiye xwarin ku bê tunekirin. Du, wêjeya kurdî ya şoreşgeriyê hewl dide bibe temsiliyeta tekstuel ya tecrûbeya trawmatîk ya dîroka kurdan, bi taybetî ya hevçax ku tijî bobelat e wek Enfal (qirkirina li…

Read More

Puxte: lem witare da hewill dedrêt ewe biselmêndirêt ke şî‘irî Hacî Qa- dirî Koyî sê qonaxî ciyawazî le barî qallib û nawerrokewe birrîwe. Qonaxî yekem ew qonaxe ye ke Hacî le qallibî şî‘irîy xezel kellik werdegrêt û têy da pitir basî dilldarî û texezul dekat. Le qonaxî duhem da, qesîde debête qallibî şî‘irî Hacî û wirde wirde le nawerrokî nîştimanperwerane û şorrişgêrrane nîzîk debêtewe. Diwayîn qonax, qonaxî be karhênanî qallibî mesinewî yan cûtserwa ye ke ş‘air le baskirdinî babetî nîştimanî û rexney şorişgêrrane be nîsbet willat û gelî xoy degate çillepope. Em sê qonaxe şî‘irîye hellbet haw- şan in bew…

Read More