Destpêk Têgehnasî bi wateya termînolojiyê ye ku herwisa bi wateya diyalîktolojiyê jî tê bikaranîn. Têgehnasî yek ji beşên bingehîn ên zanista edebî ye û mîna pêşmerceke xwendin û naskirina du beşên xweser ên zanista wêjenasiyê ango teorî û rexneya edebî tê hesibandin. Bi vî rengî têgehnasî li ser sê beşên sereke tê dabeşkirin. Têgehên edebî (literary term), ku bi xwe ji du teşeyan pêk tên, teşeyên gotarê (figures of speech) û teşeyên ramanê (figures of thought). Têgehên rexnegirane (critical terms) têgehên taybet û ferasetî ne ku bi riya rexnegirên pispor û şareza ketine nava zimên û beşek ji fikir û…
Author: Bakhtiar Sajjadi (Bextiyar Secadî)
Puxte: Karesat, di rengê komkujî û koçberiya bi kom de, ew têgeha nezelal e ku her hewldanek bo têgihîştina wê têk diçe. Her nerîngehek ku, rasterast û neras- terast, angaşta famkirina karesatê bike dibe sedemê sadekirina renc û zeh- metkêşiya qurbaniyên karesatê. Raportên rojnamevanan, analîzên medyayî, nirxandinên siyasetmedaran û bîr û baweriyên pozîtîvîst bi berdewamî bi awayekî serveyî û giştî rûbirûyî karesatê dibin. Gotara jornalîst xwediya tay- betmendiyekê ye ku ji wiha bêhtir jê nayê bendewarkirin. Analîzên medyayî jî nikarin nerîn û boçûneke radîkal li hember vê mijarê pêşkêş bikin, çimkî dezgehên ragihandinê, ne cihê afirandina nivîsên radîkal in. ji…
Pêşgotin Ev babet beşeke ji pêşgotina pirtûka Azweriya Diyalog, Ken û Azadiyê ku ji hêla Mikhail Baxtîn û çend rexnegir û teorîdanerên dîtir hatiye nivîsandin û nûser ew kiriye kurdî. ji ber ku çend nerînan li ser taybetmendiyên sereke û herwiha asta geşbûna zimanê kurdî û bizava wergerandina bo zimanê kurdî jî vedihewîne, me pêwist dît em dîsa li ber çavê xwîneran raxin.
Puxte: Judith Butler, yek ji dengên xurt ên rexneyî ye ku bersiv daye peyikandina perspektivên psîkoanalîtîk û Marksîst di analîza subjektîvîteyê de. Ev nivîsar dixwaze nîşan bide ku bînaxwaziya radîkal ya Butler û teoriya rexneyî ya ku piştgiriya determînîzma lîngûîstîk dike, ji hev cuda ne. Heke em zimên wek warê şerê îdeolojiyan û kontekstê jî wek cihê ku tê de ji suje pirsiyarî tê kirin (interpellated) bihesibînin, em dikarin bibêjin têgeha Butler ya “fail” û têkiliya wê ya bi zimên re, dema fail nasnameya xwe ji nû de ava dike, rê li ber azadiyeke rêlatîvîst vedike. Li gor têgeha Lacan…