Di pirtûkê de ligel hemalîya Kurdan, yek ji babetên bêtir derdikevin pêş destnîşankirina newekhevîya navbera Kurd û Tirka, tahakuma îdeolojîk a li ser Kurda û encama vê tahakumê li ser hişmendî û awayê fikirîna wan e. Girêdayî vê destnîşankirinê jî peşnîyaz an çareserîyên bo têkbirina vê newekhevî û tahakum, û dekolonîzekirina hiş û nasnameya Kurd jî beşeke grîng a pirtûkê pêk tînin. Bilici dema rêya çareserîya sîyasî û rewşenbîrî pêşkêş dike fikra neteweperwerîyê mehkûm dike, û ji dêvla wê fikra heqperestîyê pêşnîyaz dike û derdixe pêş. Armanca vê nivîsê jî ji danasîna naveroka pirtûkê bêtir wê nîqaşkirina van herdu têgehan be. Lê ev nayê wê wateyê ku ji naveroka vê pirtûkê tenê ev herdu têgeh hêjayî qalkirinê ne an armanca nivîsê destnîşankirina alîyên wê yî nerênî ne.
Previous ArticleAqlê Protez ê Kolonîyê
Fexriya Adsay
Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Lîsansa xwe li Enqerêyê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (METU) de beşa dîrokê de qedandiye. Li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artukluyê di beşa Ziman û wêjeya Kurdî de master kiriye. Pirtûka wê Yezidi Kadınlar: Kültürel Sınırların Edilgen Taşıyıcıları sala 2014an de ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Ji îngilîzî bo tirkî û kurdî wergeran dike. Email: fadsay021@gmail.com