Gelo girîngîya zimanê standard di cih de ye û firehîya cografyaya zaravayên Kurdî çawa çawa ye?
Yekîtîya zimên di vê serdemê de tiştekî pêwîst e. Ji ber ku pêwendîya di navbera mirovan de gelekî belav bûye, wekî ku dibêjin, dinya bûye gundek. Li dinyayê nêzikî 7 hezar ziman hene. Pêwendîya mirovan jî zêdetir bi rîya zimanan e. Ev bûye pirsgirêkeke sîyasî, aborî û îdeolojîk. Di vê demê de teknolojî bi pêş ketîye. Berîya serdema modernîteyê (sermayedarî) pêwendîyên bi vê şêweyê tunebûn. Gelek caran kesek li cihekî dihat dinyayê, li wir dijîya û û li wir jî dimir. Lê niha ev tişt tuneye. Niha ger kesek li gundekî ji dayik bibe û her tim li wir bijî û neçe derekê jî, bi wê amûra li ber destan dikare pêwendîyê bi hemû dinyayê re pêk bîne. Pêşîyê em bi zeman û mekanê sînordar bûn. Lê niha bi rêya teknolojîyê pêwendîya me bi hemû dinyayê re heye. Eger di pêwendîyan de her kes zimanê xwe bi kar bîne, gelekî zehmet dibe. Lê eger zimanekî yekgirtû hebe, endamên wê neteweyê û wî welatî bi awayekî hêsantir pêwendîyan bi yekî din re datîne.