Ji Almanî: Sîrwan Rehîm
Gelekî birêz xatûna şaredar Birgit Jörder,
Gelekî birêz endamên konseya bajêr,
Birêz endamên jurî ya xelata Nelly-Sachs,
Amadebûyên rêzdar,
Kêfxweşîyeke mezin e bo min, ku derfet ji min re çêbû ez li vir bi dîtina we şa bibim. Destpêkê de dixwazim spasîya xwe taybet pêşkêşî we bikim. Bi pêşkêşkirina xelata îsal a Nelly- Sachs we şanazîyeke mezin dîyarî min kir.
Tiştê dike ku ez bi wergirtina vê xelatê serbilind bim ew e, vê xelata han berê pêşkêşî nivîskarên mezin ên mîna Elias Canetti, Erich Fromm û Milan Kundera hatîye kirin, ev nivîskarên ku di pêvajoyên cuda yên jîyana xwe de xwendevanê wan bûm. Lê tiştê jê girîngtir ew e ku vê xelatî wek amaje watedar dibînim ji bo piştgirîkirina edebîyata rojhilatê. Ji bo min grîng e, em hemû haya me ji wê yekê hebe ku nivîskarên rojhilat, bi taybetî nivîskarên Kurd, di rewş û mercên pir cuda de mezin bûne û heya îro jî di rewşeke pir cuda de dijîn û dinivîsin.
Tiştê kiriye ku îro ez karibim li vir bim û di derheqê edebîyata Kurdî de biaxivim, hewce ye ez bala we bikşînim ser xalekê, hûn bifikirin û li ser wê bihizirin ku hê jî bi milyonan Kurd nikarin bi zimanê xweyê zikmakî û bi azadî behsa xwe bikin, nikarin bê asteng bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin an jî binvîsin. Lewma xelata Nelly-Sachs amajeya hêvîyekê ye jî ji bo wan hemî kesan ku di nav hewl û xebata parastin û rizgarkirina zimanê xwe de ne. Êdî ew kesên Kurd bin an jî bi ser kom û neteweyên dinê bin jî. Bêguman weke nivîskarekî xewna min hertim ji wê mezintir bûye ez tenê zimanparêz bim an mîna parêzerê ziman bêm dîtin, di yek sal û nîvê bihurî de weke nivîskarekî ji bo rêkxistina semînar û civînên edebîyatê di derheqê romanên min de, derfet ji min re çêbû li gelek bajar û awedanîyên Almanya, Swîsre û Awustiryayê amade bim. Li wan hemû cih û civînan ji min dihat pirsîn; rola edebîyatê li herêma we çî ye? An bi cureyeke din bêjim; di nav wan hemî xwînrêtin û karesatan de edebîyat dikare ji we re çi bi dest bixîne?
Pirseke ku di cihê xwe de ye û rewa ye, lê pirseke bi azar e jî, ji ber ku ev pirs ji nivîskarên din re nayê kirin. Belê edebîyat di nav şer de, di nav xwîn û di şergehande bi rastî jî dikare çi bilivîne û çi bike?
Her nivîskarek nêrîn û şîrovekirina wî/wê di derbarê wê yekê de heye ku çima nivîsandin jê re giring e. Tu carî du nivîskar heman bersivê nadin ji bo wê pirsê. Çima edebîyat tê nivîsandin û çawa tê xwendin, pêwendî bi ezmûna taybet a her mirovekî vê heye. Tiştê ku min ber bi nivîsandinê livand û bir, berî salên dirêj ku ez dest bi nivîsandinê bikim, sersûrmana (ecêbmayin) min a bêsînor bû li hemberî mirovan, ji bo karîna mirovan, ji bo îrade û jîrbûna wan. Heya îro jî ez di nav wê sersûrman û wê efsûnê de dijîm. Ji bo ku mirov bibe nivîskar, pêwîst e bi mirovan sersam be. Sersûrmanî cara yekem bo mirov e, dû re û derengtir mirov (nivîskar) bi deqê sersam dibe. Romanên min hemî ji wê sersambunê çavkanî digrin. Xeyal û fentazya hertim bûne keresteyên min, ji bo ku behsa xweşikbûna jinan, zilaman û zarokan bikim, çîrok û serpêhatîyên wan vegerînim, çîrokên wan mirovan biparêzim ku di hindurê şer, karesat û nakokîyan de ruhê xwe yê zîndî û mirovbûna xwe diparêzin û ewên din ji bîr nakin. Ji min re girîng e nîşan bidim, her mirovekî, her çiqas xwedîyê desthilateke tirsnak be jî, şerengêz (agressîv) be, bê dil be an rikdar û bi kîn be, ew jî kesek e, mexluqek e, em dikarin di hundurê wê/wî de, di hebûna wê/wî de tiştekî bibînin ku sedema sersûrman be.
Ez ji herêmekê me ku bi rengê şer û karesatê hatîye xemilandin. Tu carî min nexwestîye sîmaya tu tiştekî xweşik û pakij derxînim, lewma jî berhemên min nîşanên rik û zebr û zeng (şîdet) ji wan dibare. Tu carî min ji bo hêvîyeke derew biafirînim, an tenê ronahî bixînim ser sîmaya nazik û bedewên jîyanê û tenê cih bidim wan, nenivîsandîye. Lê min hertim bawerîyek û rastîyek parastîye: mirov dikare di nav dojehê de derbaz be, digel wê derbazbûnê jî ji wî alî mîna mirov derkeve derve. Sîyaset û dîn dikarin mirovan bikin kesên dilhişk, hêrişkar, lê belê ew hêvî her dimîne, hêvîya ew kes ji nû ve vegere û bibe mirov, belê hêvîyek wisa hertim dimîne û amade ye.
Pirsa gelo mirov baş e an xerab e, min tu carî pirseke wisa ji xwe nekirîye. Min derbarê hêza hindurîn a mirov berhem nivîsandîye, bi armanca rûbirûbûna bêxeyalî, guhnedan û jibîrkirin. Kanîya min, behaneya min ku dihêle ez ji mirovan hez bikim ev e: ew, mirov dizane ku berpirsîyarîyeke wê/wî heye, gerek e xwe bide ber û wê rake. Fêmkirin û hestkirin bi vê berpirsyarîyê erkeke (wezîfe) sîyasî û ayînî nîne, ji qanûnan çavkanî nagrê û nayê, berhema ferman û bawerdarîyê nîne. Ew ji berpirsyarîya rasterast a mirov li hemberî mirov tê. Berpirsyarîya sereke ew e, mirovane (mîna mirov) li rastî kesên din were û bi wan re rû bi rû be û mirovane jî wan bibîne. Ev berpirsyarî di demên asayî de nayê ceribandin û naye dîtin. Ev yek gerek e di serpoza (zîrve) tirs û bêçarebûnê de were selmandin, dema ku mirovbûn bi xwe cihê metirsîyê ye û mirov bi sedema mirovbûnê bi pirsgirêk û derdê ser rû bi rû ye, tenê di bilindayî ya bêhêvîbûnê de teslîmnebûna mirov wateya xwe digre.
Xwendevanên min pêwîst e tu carî ji bîr nekin ku ez di derbaraê rojgarekê de dinivîsim, rojgareke ku ji bo mirovan ne hêsan e tê de wek mirov bimînin, dom bikin û ji mirovbûnê dernekevin. Lewma min xwestîye di berhemên xwe de, di nav nav şer û bobelatan de rêz ji lawazîya mirov bigrim. Min hewl daye wê nîşan bidim ku digel hemî tundûtûjî, zebr û zeng de jî, tuxmekî dimîne, tuxmek ku hêjaya sersûrman û rêz e.
Gelek kes sersûrmana min a han ji bo karîna bêsînor a mirov, ku di dem û rojên tijî karesat de jî dikare tiştên xweşik, wek xeyal û fantezî, hilberîne, didin naskirin. Lê ew ne rast e. Bê bawerî û dilniyabûna min ji bo vê hêzê, min nikaribû hevokekê jî binivîsim. Mirov wek tak (ferd), mîna berhema sîyaset û civat dikarin em bê hêvî bikin, dikarin xeyala me bişkînin, dikarin dilhişk û hêrişkar bin, lê çênabe em tu carî bawerîya xwe bi mirovayîyê û bi mirovbûnê winda bikin. Sîyaset û şer li rojhilat hertim rê li me winda dikin, rê li me winda dikin da ku em mirov kêm bibînin û xwe ji mirov bi dûr bixînin. Berhemên min hewl in ji bo sererastkirina wê wêneya şaş a mirov. Ev berhem hewl in ji bo gihîştina wê tuxmê, bi wê cewhera însanî ya di hindurê me de amade bû, berî ku sîyaset û dîn wê bikujin an jî wê şêlû xerab bikin. Ez ji nû ve dîtina ewî tuxmî weke rêyeke bo rizgarbûn û gihîştinê dibînim.
Hemî mirov, ewên ku tevî gişt kereste û aletekî jî mîna hêrişkar û dilhişk tên perwerdekirin, di cewhera xwe de beşek ji wê mexluqa şîyar û jîr, di wan de jî heye. Ewî mexluqî ku cureyeke xweşikî pêşkêşî me dike û em wê xweşikbûnê bi xwe wek (mirov) bi nav dikin. Tu aydolojîyeke rizgarkar, tu serkirdeyeke rizgarkar û tu ayineke pîroz nikarin li rojhilat me, miravoan rizgar bikin. Tek hêvîya me girêdayî wî mirovî ye, ew mirova/ê birîndar, ew mirova/ê ku hatîye lawazkirin û wize (enerjî) û karîn ji wê/wî hatîye sitandin, ew mirova/mirovê ku ez deqên xwe jê re dinivîsim.
Hêvîdar im min peyama xwe ya zelal û xweza bi awayeke rastbêjane gihandibe.
Ez ji bo wan kesan dinivîsînim, ew ên ku di şer û bêşansîyên mezin de jîyane û dijîn. Ez naxwazim hêvîya derew dîyarî wan bikim, lê hewl didim, xwendevanên min bi çaveke din li cîhanê temaşe bikin.
Dibe ku gelek ji berhemên min ji bo xwendevanên Ewropî fêmkirina wan zehmet be. Ji ber ku ez di derheqê beşek ji dinyayê dinivîsînim, behsa hinek bûyeran dikim, behsa karesatên dîrokî û sîyasî dikim, hinek tiştên wisa ku heya vêga edebîyata bi rastî jî ciheke weha nedaye wan. Tevî wan hemî rewşên cuda jî ez vê yekê dibînim, hebûna min îro li vir û li pêşîya we watayek tê de ye, watayek ji bo ku edebîyat hertim rehendeke wê ya gerdûnî heye û tu sînoran nas nake.
Min hewl daye û hêjî her hewl didim, beşdarbûneke min di wê de hebe ku gelê Kurd ji rehendên xwe yên gerdûnî baştir fêm bike, hewl bide û li tiştên hevpar bigere û di sînora xwe de raneweste û noq nebe.
Careke din ez spasdarîya xwe ya bêsînor pêşkêşî we û pêşkêşî şaredarîya Dortmundê dikim.
Ev xelat, tiştekî wisa ye ku bi dirêjayîya hemî jîyana xwe ez ê pê şanaz bibim.