Mîkanîzmên Bergryên Derûnî d Helbestên Pirtûka Çyayekanî min
XELÎL SELÎM
Puxte: Aramanca serekî d vê vekolînê da, şrovekrneka çewanîye b rêka mîtodê şrovekrna nîvîstokê (context analysis), ku nmuna vekolînê xo l komeka dêrên helbesta l pertûka kom helbestîya Çyayekanî min ve vedgre. Derencamê vê vekolînê xuyadket ku mîkanîzmên bergryên derûnî l helbestên vî pertûkî be şêweyên cuda cuda xwe xudî dken. Dgel hebûna çend corên mîkanîzmên bergryên derûnî, lê l vê vekolînê da tenê behs l pênc corên mîkanîzmên bergryên[1] derûnî hatîye krn, ku ew jî paşvelêdan (repression), hêcet girtin (rationalization), êxstne ba hev (projection), vegohastn (displacement), paşve zivrîn (regression). Her êk jwan corên mîkanîzmên bergryên derûnî, b rengekê cuda xwe d nava dêrên helbestan da xuya dken. Mîkanîzmê bergrya derûnî paşve lêdan, d wan kawdananda xuya dbt, ku helbestvan nkart hnd j xwest û hîvyên xwe b ce bîne, lewma b neçarî weka mîkanîzmeka bergryê wan xwast û hîvya paşve lê ddet. Derbarê mîkanîzmê bergrya derûnî êcet grtnêş, ev corê mîkanîzmî d derbrîna helbestê da d çend dêranda xuya dbe, ew jî b vê armancê ku bşêt gvaştnêt derûnyên xwe kêm bket.