Bêwelatî û Bêdewletî: Derfet û Astengî
BARZOO ELIASSI
JI ÎNG.: FEXRÎYA ADSAY
Têgeha diasporayê, bi riwangeyeke berfireh hatîye têgînkirin û xwedî lê hatîye derketin. Di nav peywenda globalizasyonê de, diaspora wek rêxistîbûneke civakî ya neteweborî (Wahlbeck 1999) û civateke neteweborî (Sökefeld 2006) ku bi têkilîyeke trajîk a welatê “jêderk”, welatê lêjîyanê û koma etnîk a li welatên cûda belav bûyê tê naskirin, hatîye pênasekirin (Cohen 2008). Li têgeha diasporayê tê îtirazkirin ku ji sînoran bêpar e û semantîka xwe, hêza xwe ya têgînî û analîtîk winda dike ji ber ku gelek azmûn û nasnameyên koçberîyê bêyî ji hev bên cudakirin, wek diasporîk tên binavkirin (Brubaker 2005). Werbner (2015:51) di bersiveke rexneyî ya bo Brubaker dibêje, diaspora sînorên wê hene lê ew ‘li gor rewşê, bi awayekî dialektîk û di nav pratîkê de, bi rîya performans û seferberîya perîyodîk tê pênasekirin û binxêzkirin. Yên din jî têgeha diasporayê rexne dikin ji ber gewherîkirin û madeyîkirina komek nasname û di xebatên derbarê koçberîyê de nepeydakirina alternatîfekê bo têgehên girêkî, wek nijad û etnîsîte (Anthias 1998; Soysal 2002). Radhakrishnan (2003) angaşt dike nasname di nav peywendên taybet ên dîrokî û sîyasî de çêdibin û hemû mefhûmên gewherxwaz yên nasnameyan bi awayekî stratejîk bo bidestxistina hedefên taybet tên bikaranîn. Hêjayî gotinê ye ku çêbûna diasporayê di eslê xwe de di nav qadeke neyênî ya rabêjî de, bi hilweşîna welêt û belavbûna civata cihûyan tê karakterîzekirin (Kenny 2013; Cohen 1998). Lê nayê wê wateyê ku divê em diasporayê wek teşebis an wek azmûnekê bibînin lê wek kategorîyeke pratîkê ya bi liv divê em fam bikin. […]