Îbrehîm Xelîl Baran, dixwazim ewil pirsa dewletê bikim, tu dibêjî em ê demeke nêz de ji bêdewletbûnê xilas bibin? Nîqaşên niha yên derbarê referanduma li başûr û dewletbûnê didin xuyakirin ku em, Kurd dikarin wek neteweyên din qedera xwe têxin deste xwe?
Dirêj û pahn nekim û bêjim, belê em Kurd jî di vê nêzîkayîyê de wê bibin xwedî dewletekê. Lê ew dewlet; çûk an mezin, wê çiqas têr me bike nizanim. Kurd wê êdî ne bêdewlet bin, lê ji Kurda pareke biçûk wê di fiîliyatê de, bi rastî xwediyê dewletê bin; yên din jî qet nebe bi mecazî. Weke Azerîyan. Li Azerbeycanê derdora 10 milyon Azerî hene û xwedî dewleta xwe ne; lê temsîl, li Îranê (an jî li Cenûbî Azarbaycanê), zêdetirî 25 milyon Azerî wek Kurdên li wir bêdewlet in. Heta para erdê Azerbaycana serbixwe ji ya Azerbaycana di deste Êranê de mayî biçûktir e. Meriv dikare çi bibêje bo wan? Bidewlet in an bêdewlet? Niha li Başûrê Kurdistanê jî dewletek çêdibe û 6 milyon Kurdistanî wê bibin dewletî. Lê hema bêje li Bakurê Kurdistanê 25 milyon Kurd jî bêstatû û pergende ne. Heger bandoreke domîno li heremê çênebe ew ê çendekî dirêj wiha be. Lewma, ji aliyekî ve dilşad û şanaz im, lê ji bo bakur û perçeyên din jî bi qehr im. Belê bawerim piştî serbixwebûna başûr emê jî gav bi gav û tedrîcî, berê azad û dû re jî bibin parçeyek ji wê dewleta Kurda, lê xebat û xwestina dewletê lazim e…. (hevpeyvîn: Fexriya Adsay)