Di nava kurdan de fikrên gelek cuda, hizbên dijberî hev hene, lê tu ji kê re behsa meselaya kurdî bikî, teqez hemî gazinan ji cudatiyan dikin û hêviya yekîtiya kurdan dikin. Hewqas kes hem behsa yekîtiyê dikin lê çima ev perçebûn ev dijberîtî çima? Derbarê “yekîtî”yê cenabê te dikare çi bêje?
Ev rast e ku hemû partî û rêxistinên siyasî dawa kurdayetî û yekîtiya kurd dikin û xwe nûnerê heqîqî yê gelê kurd dibînin. Lê rastî dide xuyakirin ku di siyaseta kurd de navend tuneye û di navbera du partiyên siyasî PKK û PDKê de ku dixwazin nasnameya kurd têxin bin hegemoniyaya xwe û kontrol bikin ew ê çawa bê birêvebirin û îcrakirin, têkoşînek heye. Tam jî axaftina li ser yekîtiyê di navbera partiyên cuda yên siyasî de destnîşan dike ku yekitî tuneye lê têgeha yekitiyê bo pêkanîna armancên xwe yî vî awayî bi kar tînin: “em bi berjewendiyên beşeke taybet a civaka kurd teşwîk nabin, em giliyên gerdûnî yên gelê kurd temsîl dikin.” Ev bo hemû partiyên neteweperwer rast e. Bi gelemperî, li her çar aliyê Rojhilata Navîn, yek partî radibe vizyona xwe ya taybet wek berjewendiyên her kesî be gelemperî dike û xwe wek nûnerê heqîqî yê dewletê pêşkêş dike. Dema deng û partiyên mixalif li hember van partiyên siyasî yên hegemonîk radibin, ev nayên naskirin, wek îxaneta bi neteweyê re tê dîtin û lazim e bên marjînalîzekirin, bi her awayî bên tepisandin. Ger bo partiyên desthilatdar hêza nerm kar neke, tundî her dem amraza ewil a bicîkirina hegemonyayê ye…..