Puxte: Di vê nivîsê de sê tişt tên gotin. Yek, çand, huner an wêje, her çi be di
jiyana mirovahiyê de xwedî peywirên tijîkîrina naveroka dîrokê ne û ji mêj ve
ev hemû bi desthilatdariyê ve têkildar in. Du, ji ber ku sînema wek hunereke
nû di cîhana global de belav bû û pêşket di şano, wêje an felsefeyê cuda, bi
navê neteweyan pêş neket û belav nebû. Sînema wek hunereke global pêş
ket. Sê, li gor çavdêriyên me yên deh salên dawî, li Kurdistanê her parçeyek
sînema bi şêwazeke din serî hildaye û xwedî taybetmendiyên cuda ye. Li bakur
Yılmaz Güney bi fîlma xwe Umut [Hêvî] rêyek vekiribû bo me lê sînemaya
kurdan li ser wê şopê nemeşiya. Niha sînemager û ramangerên kurd di nav
lêgerîna afirandina rê û rêbazeke nû de ne.
Peyvên sereke: Sînemaya kurd/î, dîrok, Yılmaz Güney, neteweyî, festîvalê
fîlman.