Rojen Barnas wek şairekî kurd ku di sala 1964an de dest bi nivîsandina bi kurdî kiriye, li bakur yek ji pêşengên wêjeya kurdî ya modern a serdema komarê ye. Ji bilî helbestê (Kadiz, [ên di navbera 1979-1995an de çap bûyî jî tê de] Nûbihar, 2013), bi kurteçîrok (Hingê, [Nûdem, 1997] Nûbihar, 2014), bi nivîsên xwe yên lêkolînî, fikr û ramanî (Bi Kurmanciya Gewr, [Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, 2005] Nûbihar, 2014), Farqîn (Nûbihar, 2013) di lîteratura kurdî de ciyekî wî yê girîng heye. Tevî Mamoste Malmîsanij, li bakur piştî bêdengiyeke kûr û dirêj a çend dehsalan, sî û heft sal berê berpirsiyariya kovara Tîrêjê ya seranser bi kurdî dabû ser xwe û di kovargeriya kurdî de bûbû destpêka qonaxeke nû. Me derbarê helbest, salên beriya 1980yî, Farqîn, Swêd, Kovara Tîrêjê û di hin mijarên din de pirsî wî jî bersivand.
Previous ArticleHelbesta Kurdî ya Modern li Rojhilatê Kurdistanê: Pêşkêşkirineke Kurt/GHOTBADIN AHMADI
Next Article Perrîdankên Li Ser Pênûsa Min/BURHAN TEK
Fexriya Adsay
Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Lîsansa xwe li Enqerêyê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (METU) de beşa dîrokê de qedandiye. Li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artukluyê di beşa Ziman û wêjeya Kurdî de master kiriye. Pirtûka wê Yezidi Kadınlar: Kültürel Sınırların Edilgen Taşıyıcıları sala 2014an de ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Ji îngilîzî bo tirkî û kurdî wergeran dike. Email: fadsay021@gmail.com