Puxte: Em Witare Basêke Le Ser “Şîntirîn Betal” Yekemîn Komele Şê’rî Bilawkirawey Yûnis Rezayî. Şê’rî şêt şêwazêkî awangardî şê’rî kurdî ye ke dekirê bilyên pêwendîyêkî kem (belam nek sist) le gel koy deqekanî pêş xoy heye û her lew kate da detiwanê bo dahênanekanî diway xoy le deqekanî tazetir da nexşeyek dabirêjê. Yekêk le berçawtirîn taybetmendîyekanî em şêwe şê’re, pêkhatey na xetî û çeşnêk zawzêy wişe ye ke le nawî da debîndrê. Lem witare da hewl dirawe şê’rî şêt be çendîn mêtodî rexneyîyewe bixwêndrêtewe û çendîn pîşnîyar bo helsûkewtî xwêner le gel em çeşne şê’re hatûte arawe.
Wişe serekîyekan: şê’rî şêt, xwêndinewey pêkhate tewer, pêkhatey na xetî, nêwandeqêtî, şê’rî nwêy kurdî