Destpêk
Dibe ku bêhtir ji sih salan e tu helbestkar li rojhilatê Kurdistanê, bi qasî Celalê Melekşa nav û dengê xwe belav nekiribe û helbesta kêm helbestvanan bi qasî ya wî di nava çîn û tebeqeyên curbicur ên civakê de cih girtibe. Celalê Melekşa ji wan kesatiyan bû ku hertim piştgiriya eniya nû dikirin da ku riya tije strî û astengî ya zimanê kurdî ber bi asoyên ronîtir ve bibin. Helbestkarekî xemxurê gel, welat, çand û wêjeya kurdî bû, pir tişt di jiyana xwe de ezmûn kirine û wek gelek helbestkar û nivîskarên mezin ên kurd, di jiyana xwe de tûşî gelek perîşanî, derbiderî û bêxudaniyê hatiye, hewangeha xwe ya ewle û rehet bi tenê di nava helbest û çîroka kurdî de dîtiye. Ew helbestkar ku çaxekê dibe endamê “Kanûnî Nûseranî Îran” û bala nivîskarê mezin ê Îranê, Ehmed Şamilo dikişîne. Melayî tevî xebatên xwe yên wêjeyî, xebatên rojnamegeriyê jî dikir, li kovara Sirwe dixebitî ku ev kovar yekem kovara wê demê ya rojhilatê Kurdistanê bû….