Li Îranê krîzên siyasî, civakî û ekonomîk ên nîveka yekem a sedsala bîstem, rê li ber bizavên cihêreng vekir ku ev bizav bi nêzikî bi rojhilatê Kurdistanê re pêwendîdar bûn. Li Kurdistanê bi hişmendiya neteweyî û çandî, çalakiyên bingehîn ên curbicur hatin lidarxistin. Li dij stratejiya bêedalet a dewletê li hember kurdan, di 1912an de “Komeleya Cîhanzanî” û “Komeleya Rizgarkirina Kurdistanê”(1) hat damezirandin. Partîzanê navdar Smaîl Xanî Simko(2) di 1921ê de Mahabad rizgar kir. Di 1930î de bi plana Riza Şah bi sûîkastekê hat qetilkirin û hewldanên wî yên bicoş û bêtebat bi dawî bûn. Di 16 Îlon 1942an de “Komeleya Jiyanewey Kurdistan” hat damezirandin ku dûre navê wê wek “Partî Demokratî Kurdistan” hat guherandin. Avakirina “Komara Kurdistanê” ya emirqut li Mahabadê, berhema fedakariya mirovên mezin û torin ên wek Qazî Muhemmed(3) bû. Tevî ku hebûna Komarê zêde nedomiya jî, ew despêkeke berçav a xebatên çandî, tevgereke neteweyî ya serketî û amrazeke bipêşxistina zimanê kurdî bû….
Next Article Hevpeyvîn Ligel Rojen Barnas/FEXRIYA ADSAY
Ghodbadîn Ahmadî
Helbestvan, nivîskar û wergêr e. Sala 1969an de li gundê Newere ya nêzî bajarê Sinê ji dayik bûye û niha li wir dijî. Di tu dibistan û zanîngehan de nexwendiye. Pîremêrd û Derya ya Hemingway, Edeb Çi ye ya Maxim Gorkî, Axêzgeya Binemalle ya Engels wergerandiye bo kurdî. Berhemên wî yên helbest û çîrokan jî belav bûne.