Di sedsala bîstem de di warên cuda de gelek guherînên gerdûnî yên curbicur pêk hatin ku mirov dikare li cem gelek neteweyên Rojhilata Navîn şopên van guherînan bibîne. Dijwariyên herêmî û siyasî yên wek jinavçûna xanedana Osmanî, serweriya Şêx Mehmûd li Îraqê di bin bandora Brîtanyaya Mezin de û encamên Şoreşa Oktoberê ya 1917an, bûyerên karîger ên sereke bûn. Başûrê Kurdistanê ji destpêka sedsala bîstem de xwedî dîrokeke neseqamgîr (unsteady) bû. Piştî Şerê Yekem ê Cîhanê aşkere bû ku artêşa Brîtanî ya li Îraqê, ne hevalbendê Kurdistanê bû. Wê bi awayekî ciddî plan dikir ku kurdan ji ber refaha wê ya berçav a di lîderiya Şêx Mehmûd de bitepisîne. Wê demê rejîma tirk li vê herêmê li pey berjewendiyên xwe bû. Lê belê di sala 1922an de Şêx Mehmûd bû qralê başûrê Kurdistanê. Wî li hember desthilata siyasî ya wê demê serî hilda û li bakurê Îraqê qraliyeteke kurd îlan kir…
Leyla Naderî
Lîsansa xwe ji Zanîngeha Kurdistanê Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî, mastera xwe ji Zanîngeha Azad a Tehranê Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî wergirtiye. Di navbera 2005-2008an de li Zanîngeha Peyma Nûr a li Merîwanê mamosteya zimanê îngilîzî bû. Doktoraya xwe jî li Çînê xilas kiriye. Şanonameya Antigone ji îngilîzî bo kurdî wergerandiye.