Puxte: Kerîm Deştî helbestvanekî hevçerx ê başûrê kurdistanê ye. Helbesta wî bi taybetî jî du defterên Dirextî Direwşanewe û Dirextî Xamoşî, ji aliyekî ve koka xwe di zemîna nerîtê û ji aliyekî din ve jî di zemîna modernîteyê de xurt kiriye. Helbestên wî xwedan taybetmendiyeke zindî û herikbar in û li pey xwesteka mijar û ramanên sereke ne. Dînamîzm û hereketa di helbestên wî de yekalî û sabît û mirî nîne. Form û pêkhatên zimanî di helbestên Deştî de ji bo afirandina etmosfêreke modern, bi riya sûdwergirtin ji xusûsiyeta naskirî ya helbestên klasîk çê dibin. Hêdî hêdî wateyên modern dertên û di encamê de berhema ku tê ber çavên xwendevanan, hem dengê rabirdûya niştîmanê û nerîtê di guhê wan da dimizmizîne û hem jî dengê modernîteyê di nava xwe de dihewîne. Ji bo zelalkirina vê yekê, ez di vê gotarê de hin mînakan ji form û naveroka helbestên wî raberî we dikim.
Peyvên sereke: Modern, hesret, klasîk, evîn, nerît.