Eger wergêran le seretayîtirîn pênase da birîtî bêt legwasitneweyî nûsînêkî di- yarîkiraw lezmanêkewe bo zemanêkîtir, ewe her le seretawe ême legel gwasitneweyî ferhengêkîş rrûberrûyin bo naw ferhengêkî tirewe. Be watayekîtir wergêr kesêkî kewek sûjeyekî tiwana be zanînî dû ziman, derfetî pêwendîyî komellgeyekî yekzi- mane legell komellegeyekîtir lerêgayî ziman xoyewe dexalqênêt û bemcore lerêgayî zemanewe xuwênereweyî deqî wergêrdiraw debate naw dalanekanî dunyayekîtir û şêwe bînînêkîtir.1 Lêre da min ziman tenya wek amrazî pêwendî nabînim û pêçewa- ne wek helgirî barî manayî û cîhanbînî axêweranî zimaneke seyrî dekem. Ciyawaz lemzar û buwarî bas û deqî wergêrdiraw her wergêranêk şêweyî ruwanîn û bawerrî axêweranî zimanî serçawe bo zimanî mebest wata zimanî yekem bo zimanî dûhem degwênêtewe. Le xora nîye ke le helsengandinî wergêrî çak da delên kewergêrêkî baş her be tenya zimanekanî serçawe û mebest baş nazanêt, bellku ferhengî axêwe- ran û komellgeyî herdû zimanekeş bebaşî denasêt. Bo nimûne katêk ême romanêk le erebîyewe dekeyne kurdî, ewe her nawerok û gêraneweyî dastanyî romaneke be hebû rûdawekanîyewe nîye ke dekrête kurdî, bellku şêweyî formûlekirdinî cîhan û dewruberîşî le rwangeyî locîkî zimanî erebîyewe degwazrêtewe naw zimanî kurdî…..
Doktoraya xwe ji Zanîngeha Uppsalayê wergirt (2003). Ji 2005an heta 2012an li Zanîngeha Exeterê di Enstîtûya Lêkolînên Erebî û Îslamî di Navenda Lêkolînên Kurdî de wek hîndekar û doçent xebitî. Sala 2013an li Enstîtûya Lêkolîn û Geşedanê li Hewlêrê wek vekoler dest bi kar kir. Xebatên wî zêdetir li ser babetên edebiyata berawirdî, avakirina nasnameyê di wêjeya kurdî de, modernîte û encamên wê di çarçoveya post-kolonyal de ne. Heta Niha, ji bilî kitêba Nation and Novel: A Study of Persian and Kurdish Narrative Discourse (Netewe û Roman: Xebatek li ser Rabêja Edebî ya Farsî û Kurdî de) ku li bakur wek Ulus ve Roman: Fars ve Kürt Anlatısal Söylemi Üzerine Bir Çalışma bi tirkî hatiye weşandin, gelek gotarên akademîk li ser wêje û siyaseta kurdî ya modern belav kirine. Di Roman û Nasname de ku li bakur hatiye weşandin de hin gotarên wî yên li ser wêjeya kurdî cih digrin. Email: hashem.ahmadzadeh@irdk.org