Puxte:
Bi destpêkirina sedsala 20an re lêkolînen li ser edebiyatê bi pêş ketin. Edebi- yat nikaribû xwe ji zanistên cuda cuda dûr bixista û wê yekê jî kir ku zanyarên ji gelek aliyan li ser edebiyatê bixebitin an jî zanînên cuda li ser edebiyatê tetbîq bikin. ji hêla rexne û teoriyan ve her ku diçe tûrikê edebiyatê tijetir dibe. Berhemên sereke her çi qas neguherin jî bi çavên zanyarên edebiyatê bi awayekî din li ser wan berheman tê sekinîn. Edebiyat, êdî ji gelek waran sûdê werdigire; psîkanalîz, binyadgerî (Structuralism), fîzîk, femînîzm, ant- ropolojî, sosyolojî, hermenotîk û hwd. ji ber vê yekê jî li ser berhemekê bi nerînên cuda encamên cuda derdikevin holê. Vegotinzanî jî wan salên dawî weke disîplînekê di warê dahûrîna berhemên edebî, bi taybetî jî di dahûrîna romanê de cihekî tekûz ji xwe re girtiye. Di vê gotarê de em ê hewl bidin ku bi rê û rêbazên vegotinzaniyê dahûrîna çîrokeke kurdî bikin.
Peyvên sereke: edebiyat, vegotinzanî, rexne, teorî, şîrove, çîroka kurdî.