Puxte: Nivîskar lê dinêrin bê a) bûyera trawmatîk çawa bi sazî û naveroka xewnên zarokan ve têkildar dibe û bê b) kîjan karakterîstîka xewnan dikare bandora negatif ya bûyera trawmatîk ya li ser trawmaya derûnî kêm bike. Kesên beşdar bûne 122 zarokên kurd bûn (9-17 salî, M = 13.02, SD = 1. 66). Di hundurê hefteyekê de xewnên wan di forma xewnivîskan de hatin berhev kirin û li gor atmosfera xewnê, rola kesê xewnê dibîne, ecêbî, qelîteya vegotinê, herijîn, istikrar û her wiha li gor naverokê wek mirin, zilm, red, dijminatî, endîşe hat wesfandin. Encaman derxist holê, xewnên zarokên ku gelekî marûzî bûyerên trawmatîk bûne pirî caran atmosfereke nexweş û herikîneke herijî dihewîne û kêm caran qeliteya vegotinê ya ecêb dihewîne. Xewnên xweş î xwedî vegotinên sergihayî û dawiyeke bi kêfxewşî bandora bûyera trawmatîk ya li ser trawmaya derûnî ya zarokan kêm dike. Nivîskar îdia dikin ku xewndîtin dihêle zarok bûyera trawmatîk di muameleyeke zihnî û hestî re derbas bike, û xewndîtin herwiha di nav şert û mercên şer de ji bo başbûna zarokan bikêr tê.
Peyvên Sereke: naverok û saziya xewnê, trawmaya leşkerî, şer, Kurdistan, trawmaya derûnî