Puxte: Tiyorîyî nêwandeqêkî le pantayî rexneyî edebî da le layen rojyek le qutabxane rexneyekanewe selmêndirawe û karî pêkrawe. Bellam renge heta êsta rexnegran beşwên çespandinî (êsbatkirdinî) nawaxnî em tiyorîweye nebûbin. Lem witare da hewl dirawe be kelk wergirtin le boçûnekanî karil çopêr em tiyorîye biçespêndirê. Hem weha hewl dirawe wilamî em pisyarî bidrêtewe ke deqe edebîyekan lebarî ontolojîkewe ser be cîhanêkin û çi şêwe bûnêkyan heye.
Next Article Hevpeyvîn Ligel David Harvey/MÎRZA BARAN-HÊJA NETIRK
Rehber Mehmûdzade
Ji Şinoyê ye. Rehber Mehmûdazde nûser û rexnegirî edebî rojhelatî kurdistan e. Ta êsta çendîn kitêbî cidî le ser rexne û teorî edebî çap û bilaw kirdûwetewe. Le biwarî rexney edebî da xawen şêwaz û teorî taybetî xoyetî û le roşnbîranî be tiwanay kurd e. Doktoray "felsefey zanistî " le zankoy zanist û twêjînewekanî Taran wergirtûwe. Ta êsta be deyan witarî cidî û teorîkî le ser edebîyat û roşnbîrî bilaw kirdotewe û xwêndinewey pêkhate xwazaney bo beyte kurdîyekan le kitêbî "pêkhatey beytî kurdî" da xwêndinewey cidî û mêtodîk e lew biware da. Tiwêjînewey akadêmî doktor Mehmûdzade le ser "pirsîyare pile dûwemekan le bestênî rexney edebê da" twêjîneweyekî teorîk e ke be dû zimanî kurdî û farsî bilaw kirawetewe. Email: rahbar_om@yahoo.com