Puxte: Ev gotar armanc dike bi riya analîzkirina berhemên Mahwe û Nalî destnîşan bide ka çima ev herdu helbestvan ji bo cudatiya xwe ya ji “êdîn” diyar bikin bi kurdî nivîsandine, û dixwaze bi riya zimên fazîletên kurdbûyinê jî têgîn bike. Ev, bi gotineke din, ji dinyayê re piştrastkirina kurdbûyinê ye. Ev argument li dij rexneya wêjeya kurdî ye jî ku angaşt dike helbesta kurdî ji ajoyên felsefî bêpar e. Berevajî vê, ev gotar îdia dike di kurdî de awayekî taybet î fikrînê an felsefeya kurdî di helbesta kurdî de heye. Bi vê armancê, ev gotar ji felsefeya Heidegger, bi taybetî jî analîzên wî yên derbarê berhemên Hölderlin û Trakl de îstifade dike û digihêje wê encamê ku ji bo zimanê kurdî bi ser keve divê ew ji astengên îdeolojîk, çi olî çi sekuler ku ji aliyê rewşenbîrên kurd li ser hatiye ferzkirin, bê azadkirin. Sekna xweser ya îdeolojîk a zimanê kurdî divê bê nîşandayin û ev jî bi secereya kevneşopa felsefî ku di nav zimanê helbestkî yê kurdî de xwe veşartiye, mimkun e. Bî vî awayî li hemberî “êdin” fazîletên kurdbûyinê dikare jinûve-bê piştrastkirin.
Peyvên sereke: Mahwe, Nalî, kurdbûyîn, felsefe, zimanê helbestkî yê kurdî, Heidegger.