Puxte: Her çiqas bi pêşketina demê re kelepor xwe bi paş de vekişîne jî di hin mijaran de serdestbûna xwe didomîne. Elbet ev paşdekişandin û serdestbûn li gor berjewendiyan an didome an jî forma xwe diguherîne û didome. Îcar di nav adetên me kurdan de jî adetin hene ku bi awayê tetbîqkirinê li êwra cahîliyeyê tên, kurd bi giştî miletekî misilman be jî wexta ku mesele tê ser jinê û mafên wê, di hin qadan de mixabin hîn jî berjewendiyên mêran serdest in. Di vê nivîsê de ez ê li gor keleporê û dîn, li ser zewac û berdan û mîratê bisekinim û hewl bidim ku sedemên binpêkirina mafên jinê şîrove bikim.
Peyvên sereke: zewac, hevberdan, mîrat, kelepora kurdî, êwra cahiliyeyê.