Cureyê ku ez dinivîsim li cihê ez lê dijîm bi îzafî tiştekî nû ye û hê jî gelekî zû ye ku mirov rabe bi hûrgilî qala têkiliya navbera me û xwînerên me bike. Bawer im dîsa jî dikarim bi rihetî li ser aliyekî van têkiliyên ku kêm caran tê qalkirin, bisekinim. Ji ber perwerdehiya me ya ewrûpî nivîskarên me wê mazûr bên dîtin ku bibêjin têkili- ya di navbera nivîskarên ewrûpî û xwînerên wan li Efrîkayê xwe ji nû ve hildiberîne. Em ji Ewrûpayê fêr bûne ku nivîskar an hunermendek li çeperê civakê dijî –riha wî heye, cilên wî/wê ecêb in, bi piranî bi awayekî derasayî û jêhêvînabe tevdigere. Serî li hember civakê rakiriye û ew civak jî li hember wî, ne bi dijminatî be jî, bi guman e. Taliyê, tiştê herî dawî ku civak bifikire wî/wê bike berpirsiyarê tiştekî.
Ev hemû baş tê zanîn, lewma hin kes ji me zêde bi hewes xuya dikin ku civaka me li hember me bi heman dijminatiyê tevbigere an heta di wê haletîruhiyetê de ne ku ew wisa tev digere. Lê li vir derdê min ne ew e ku nivîskar ji civakê çi hêvî dike; piranî ev di pirtûkê wan de heye an divê hebe. Tiştê ku têra xwe nehatiye nivîsîn ew e ku civak ji nivîskarên xwe çi hêvî dike….