“Ez dibêjim qey me ev rastiya han zemanekî fam kiribû, lê dawiyê ji bîr kir: Tu kubarî nikare şopên şidetê paqij bike, hew şidet dikare wan şopan winda bike û mêtingeh ji nevroza mêtingehbûnê ancax gava ku mêtinkar bi darê çekê qewirand rizgar bibe.” (Jean Paul Sartre, Ji pêşgotina Yeryüzünün Lanetlileri)
Puxte:
Mêtinkar heya roja îro li ku bi cî bûne, pêşiya pêşî serê tivinga xwe rê niş- tecihan dane. Dizanin ku ne ji olana dengê tivingê be wê yek peyva wan bi tenê tesîrê li ser mêtingehê neke. Mêtinkar, li bin siya qeweta ku ji tivinga xwe digirin gav bi gav adetên xwe, formên jiyana xwe, zimanê xwe, ola xwe, cilên xwe, lîstikên xwe li ser mêtingehê ferz dikin. Piştî ku mêtingeh ji qewetê dikeve û ji bawerî û şiklê jiyana xwe dikeve gumanê, weke rêya fe- latê bi teşwîqkirin û bi rêya hin programên ajîtatîf berê xwe didin dibistanên mêtinkaran. Hestên berxwedêr hêdî hêdî ciyên xwe didin baweriya ku wê bi elimîna zima qas zanibin ku qedera wan trajediyeke kolektîf e jî nikarin xwe bigihînin hev. Kesên li mêtingehê êdî nema li dû xelasiya bi hev re, lê li dû xelasiya şexsî ne. Ji wan heye ku fêrî zimanê wan bibin, weke wan xwe girê bidin, heta ku li ser sifreya wan rûnên, wê ji êşên xwe azad bibin.