Puxte: Di vê nivîsarê de me du berhemên popular ên ku pîştî salên 2000î derçûne ên bi navê Mutluluk û En Uzun Gece kirin mijar. Ev her du roman ligel guherînên nasnameyên nivîskaran ên salên 90î hatin xwendin. Bi nîqaş û xwendinên mêtingerî, di naveroka van romanan em li şopên temsîlên kurdayetîyê ên di romanên dema avakirina komarê geriyan. Ligel hin hêmayên neguherbar û veguherînên estetîk, em li pey şopên gotinên mêtinger çûn. ji ber taybetiyên tesîra van romanan me çeperên xwendina xwe ber reh kir û me li gotinên mêtinger ên li derveyê naveroka romanan, ligel aûraya taybetiyên heyamî, kola. Me dît ku bi vebêj û şêweyên nû ve temsîlên kevnare ên di dema komara Tirkiyeyê hatin nivîsandin, hîn xwe di romanan de diparêzin. Heta me dît ku ev nivîskarên hanê gotina desthilatê a ku bi her hawî hewl didin ku xwe veşêrin, bêhtir şax daye û rewşekê psychic girtî ye.
Peyvên sereke: edebiyata tirkan, temsîliyet, kurdbûn, xwendina mêtinger, zordest.