Puxte:
Ev hevpeyvîna ligel Professor Craig Calhoun, di çarçoveya pirsgirêka bêdewletiyê de li ser mijarên neteweperestî û kozmopolîtanîzmê hûr dibe. Ji salên 1990î de Calhoun li ser neteweperwerî, etnîsîte û kozmopolîtanîzmê dixebite. Li gor Calhoun, tevî kemilîna pişt-neteweyî û kozmopolîtan û tevî redkirina nasnameyên xwedêgiravî tengbîn û kevneperest yên wek netewe an nasnameya neteweyî û welatîbûnê, netewe hîn jî girîng e. Di vê heypeyvînê de, Calhoun rewşa fîzîkî, siyasî û çandî ya kurdên li Rojhilata Navîn û rola neteweperestiya kurd di peywenda bêdewletiyê de nîqaş dike. Calhoun feraseta çîn-bingehî a newekheviyên nav kurdan û serdestên wan ên li Rojhilata Navîn bi pirsgirêk dibîne ji ber ku li dewletên ew niştecih in newekheviyên çandî, siyasî û fîzîkî bi nêzikî bi bindestkirina kurdan re vebestî ye. Hevpeyvîn herwiha nêztêkildar e bi nasnameyên diyasporîk re û lêdikole bê welatên ku lê dimînin çawa dikare bandorê li pêkhatina nasnameya diyasporayan bikin û çawa ev welat stendina mafê welatîbûna koçberan dijwar an hêsan dike, ew mafê xwedîbûna mafan (Arendt). Xaleke girîng ku Calhoun nîqaş dike ev e ku him li nav neteweyên bindest (kurd) û serdest (tirk, îraqî, îranî û sûriyeyî) û him jî di nav heman neteweyan de têkiliyên hêzê yên asîmetrîk hene.
Peyvên Sereke: Mafê Çarenûsê, Kurd, Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê, Otonomî, Demokrasî.