Ngugi Wa Thiong’o Profesorê Wêjeya îngilîzî û ya Berawirdî ye û Dîrektorê Navenda Navneteweyî ya Nivîsîn û Wergeranê ye li Zanîngeha Kalîforniyayê, li irvineê. Nivîskarê Kenyayî û bi eslê xwe Gîkuyuyî, Ngugi nivîskarê romanên curbicur e, yên wek Weep Not Child (1964), The River Between (1965), A Grain of Wheat (1967) and Petals of Blood (1977). Di 1980yî de Ngugi roma- nek bi navê Şeytanê Bereks nivîsî ku yekem romana modern e bi zimanê gi- kuyuyî. Di nav xebatên rexneyî yê Ngugi de Homecoming (1972), Detained: A Writer’s Prison Diary (1981), Decolonizing the Mind (1986) û Moving the Center (1993) hene. Wek romanûs, lîstiknûs û bîrmendekî rexnegir Ngugi bi mijarên wek Kolonyalîzm, Neteweperestî û Postkolonyalîzmê re eleqedar dibe ku herî pir bandor li welatê wî Kenyayê kirine. Bi dirêjiya dawiya salên 70yî dilsoziya wî ya bo huner û civatê kir ku komên şanoyê yên komunal ava bike li gundan, ku hin lîstikên wî yên herî zêde tawanbarbûyî pêşkêş kirin. Van xebatan xerabûna (corruption) siyasî ya jiyana postkolonyal li Kenyayê û têkoşîna gel diresimand, a bo terî irina nasnameyekê tevî salên dijwar ên veguherîna polîtîk û civakî. Di sala 1977an de Ngugi ji ber têkiliya xwe ya bi şanoyên komunal re hat girtin. Dema ku di hefsê de bû, Ngugi serê xwe bi avakirina wêjeyeke Afrîkî ya heqîqî re diêşand û di heman demê de li ser kaxezên tiwaletê Şeytanê Bereks nivîsî. Dûre wê îngilîzî biterikanda û hemû romanên xwe bi gikuyuyî binivîsiya. Piştî ku ji hefsê hat berdan, Ngugi peywira xwe a li zanîngehê winda kir û malbata wî rastî tacîzên bênavber hatin. Di 1982yan de Ngugi Kenya terikand û her ji hingê de li sirgûnê ye. Ngugi Wa Thiong’o xwediyê gelek xelatan e, yên wek Mukemeliya Hunerê ya Paul Robenson, Wijdanê Siyasî û Rastî (1992); Xelata Tevkariya Berçav bo Wêjeya Reşikan a Navenda Gwendolyn Brooksê (1994); Xelata Fonlon-Ni- chols (1996); û Xelata Afrîkanîstê Bijarte ji hêla Saziya Xebatên Afrîkanî ya New Yorkê (1996).
MP- Dema ku em li esasê xebata te dinerin, em dibînin ku gelek jê bi rêya wê- jeyê ne tenê mezinbûyîn û pêşketineke hunerî herwiha yeke çandî jî pêşan dide. Ango wek hunermendekî û welatiyekî bi pirsên civakî re mijûl, her romanek wisa xuya dike ku pênaseyeke zelaltir bi pêş dixe ji bo siruşta xwe ya necudabar [inseparable]. Tu dikarî tiştinî din bibêjî di vî barî de?