David Harvey (z.1935, Gillingham, Kent, Îngilîstan) Di sala 1961an de doktoraya xwe li zaningeha Cambridge di beşa Erdnîgariyê de kiriye. Piştî xebatên xwe yên li zaningeha Bristolê di sala 1969an de li derbasî zaningeha Johns Hopkins bû. Di sala 2001an de li zaningeha Cityê dest bi xebatê kir. Taybetmendiya herî mezin a Harvey ew e ku fikra wusatê li teoriya Marksîst zêde kiriye. Di nav Zanistên Civakî de yek ji bîst kesan e ku herî zêde jêgirtin (û veguhastin) ji wan dibe.
Zarema: Em dizanin ev çend car e hûn tên Diyarbekir û Mêrdînê. Wek we jî dîtiye bajarê kevn û yê nû bi hev re dijîn. Bajarê kevn ber bi getoyeke xizanan ve vediguhere, gelo we çi hîs kir di navbera vê dubendiya jiyana bajarê kevn û yê nû de?
Harvey: Esil, ez bi piranî li bajarê kevn mam. Ji bilî carekê pê ve, li ya nû nemam bi giştî. Ji ber ku ya nû pir nexweşik bû. Bajarbûyîn li dar e, û her ku diçe bi şûna reş de diçe. Tiştê ji bo Mêrdîn balkêş hat hejmara avahiyên neqediyayî bû. Dikarim bêjim teqez bi hezaran avahiyên nîv-qediyayî heye. Tu nizanî bê ew ê biqedin an wê biseknin. Gelo ew mirovên pere pêdane ji dêvla mebesta jiyînê bi armanca karjêkirinê dane? Bi rastî jî ez nizanim wê çawa bidome. Hêla nû pir nexweşik bû. Lê belê ez li hêla kevn mam, ez li hawirdorê geriyam. Ez pir bi siûd bûm, ji ber ku ez li apartmana hevalên xwe ya ku bi bergeheke nûwaze bû dimam.
………………………….