Puxte
Tecrûbeya wêjeya kurdî ya şoreşgeriyê, bi taybetî bi awayê helbestê, parçeyek ji tecrûbeya welatên mêtinkirî, cîhana sêyem e ku rewşa siyasî ya taybet ew ber bi nivîsandina awayê şoreşgerî de biriye. Du taybetiyên sereke yên vê tecrûbeyê hene. Yek, di asta tekstê û gotara tekstuel de, helbesta kurdî ya şoreşgeriyê hewl dide nasnameyeke kurdî ya neteweyî çêbike ku di rastiyê de demeke dirêj e gef lê hatiye xwarin ku bê tunekirin. Du, wêjeya kurdî ya şoreşgeriyê hewl dide bibe temsiliyeta tekstuel ya tecrûbeya trawmatîk ya dîroka kurdan, bi taybetî ya hevçax ku tijî bobelat e wek Enfal (qirkirina li hemberî kurdan a salên 1980yî), bomberana kimyewî ya Helebceyê ya sala 1980yî û qirkirina li hember êzidiyan a sala 2014an. Ev meqale lê dikole ka wêjeya kurdî ya şoreşgerî, bi taybetî helbesta kurdî di asta tekstên wêjeyî de çawa li ser bûyerên li jor disekine.
Peyvên sereke: Wêjeya şoreşgerî, nasnameya neteweyî, Ebdula Peşêw, Haci Qadirê Koyî.