Puxte:
Ev nivîs li ser pêwendiya diyalektîk a di navbera têkoşîna siyasî ya kurdan ku desthilatdariya iraqê red dikir û geşedana çanda pêşandeyê ya li Kurdistanê di salên 1970yî de, disekine. Di dehsalên borî de hunera şanoyê bûbû amraz bo dûpatkirina mijarên civakî û siyasî. Li Kurdistanê di salên ewil ên şanoyê de şanonamenûsan ji çîrokên klasîk û folklorîk û karakterên kurdî îstifade kirin da ku şanoyeke kurdî ya cuda biafirînin. Di destpêka salên 1970yî de bo banga guherînê şano hêzeke sereke ye. Piştî otonomiya 1970yî di nav atmosfera civakî-siyasî ya coşdar de dengê şanoyê her ku çû bêtir bi awayekî polîtîzebûyî û neteweperwer derket. Şanonamenûs di hilbijartina mijara lîsti- kan de bêtir polîtîze bûn ku li ser pêşxistina neteweperweriyê, êrîşkirina ser feodalîzmê û çewisandina gundiyan bûn. Ev nivîs, ji bo kişi irina geşedanên warê şanoya kurdî ya di salên 1970yî de dikeve nav geşedanên siyasî yên iraqa wê dewrê û bandora wan a li ser şanoya kurdî.
Peyvên sereke: Başûrê Kurdistanê, şano, salên 1970yî, otonomî.