Kurte
Netewe-dewleta tirk bi termînolojiya cemaeta îttihat û Terakkiyê ava dibe. Sazkirina vê termînolojiyê jî dê bi amûrên civakî, çandî û wêjeyî bi destê ni- vîskarên wezîfedar ve pêk bê. Ev nivîskarên hanê bi tenê têgeha netewe- yekê saz nakin di heman demê de wê meşrû jî dikin. Helbet ev meşrûkirin dê hewceyî gotinên oryantalîst be. Ango neteweyên wekî kurdan “paşverû” dê ji wan re bibe eyneya şaristaniyê. Şaristanîbûn jî, bi jinê dest pê dike. Ji ber wê jî gotineke zayendî di hemû newlan xwe di romanên van nivîskaran de derdixe pêş. Em di vê gotarê de ketin dû van gotinên zayendî û milîtarîst. Lê ev fikr û gotin tenê di romanên neteweyî de dernakevin holê, di romanên nivîskarên kevneşopiya sosyalîzmê de jî wê xwe nîşanî me bidin. Me jî di ro- manên wekî zeyno ́nun Oğlu, dağları Bekleyen Kız û Bir Mülkiyet Kalesi de go- tina neteweperest vekola. Me dît ku him romanên neteweyî him jî romanên civakparêz heman gotinê bi kar tînin.