Pûxte: Rabêja vebêjî ya modern, yanê roman û kurteçîrok, berevajî şêwazên vegotinê yên kevneşopî, mînak fabl û romans, ku li ser nerînên gelemperî û paradigmayên dîdaktîk ava dibin, ji ezmûnên takekesî û nerînên epîstemolojîk ên modern dertê. Hilatina rabêja vebêjî ya modern a kurdî li ser pêwendiya navbera rastî û honakê de mînakên hêja didin ber destê lêkolîneran. Ev gotar du honakên kurdî yên ewil ên sedsala 20mîn, kurteçîrokek û romanek, dide ber xwe û nîqaş dike ku bi şertên civakî û siyasî yên heman demê re pir nêz eleqedar in. Honakên ku bo vê xebatê hatine hilbijartin ev in: Le Xewma (di xewna min de) a Cemîl Saîb (1887-1951) û Meseley Wijdan a Ehmed Muxtar (1896-1935).
Peyven sereke: Roman, vebêj, başûrê Kurdistanê, Şêx Mehmûd, modernîzasyon