Mijara vê nivîsê destpêka şanoya di şêweyê rojavayî ya li başûrê Kurdistanê ye. Nivîs rave dike ku li Kurdistanê dîroka şanoyê bi dîroka perwerdehiyê ve girêdayî ye. Ji ber çend sedemên sosyopolîtîk li Silêmaniyê derket û geş bû. Silêmanî di bin rêvebiriya Babanan de dîrokek wê xwe-îdarekirinê hebû û lewma karakterekî kurd î cuda pê re çêbûbû ku ew kir navenda çalakiyên netewperweriya kurdî. A din, li Tirkiyeyê qedexekirina ziman û çanda kurdî kir ku gelek rewşenbîr û esilzadeyên kurd ên ji Silêmaniyê vegerin malbajarê xwe ku ji bo wan ciyekî pir bêlebat û westar (inertia) bû. Yek ji gavên rewşenbîrên wek Pîremêrd avêt ku vê rewşê biguherînin, ji bo pêşxistina perwerdehî û xwendin-nivîsandinê avakirina dibistanan bû. Şano bû amraza kaniya aborî ya dibistanan û bo xwendevanên feqîr. Pîremêrd ku ji bo alîkariya aborî hin lîstikên kurdî yên ewil nivîsandine, girîngiya şanoyê ya bo neteweyê wisa destnîşan dikir ku ew dikare him şaheserên wêjeyî yên neteweyekê derxe ser dikê û wan pîroz bike û him ji bo perwerdehiya zarokên wê jî dikare piştgiriya aborî peyda bike. Lîstika wî Mem û zîn ji bo daxwaza perwerdehiya giştî bû ku dikarîbû rêya geşbûna Kurdistanê veke. Ew bû yek ji lîstikên ewil ên serkeftî ku li Kurdistanê hatin îcrakirin. vê nîşan da ku zimanê kurdî dikare bibe amraza şanoyê çawa ku Mem û zîna Xanî jî îspat kiribû ku kurdî dikare bibe zimanê helbesta epîk.
Previous ArticleRomanûs wek Mamoste / CHINUA ACHEBE
Mahroo Raşidîrostamî
Ji Rojhilata Kurdistanê ye. Lîsansa xwe li Kermanşahê Zanîngeha Raziyê beşa îngilîzî de, mastera xwe jî li Zanînegha Tehranê beşa îngilîzî de xelas kiriye. Niha li Brîtanyayê Zanînge Exeterê li ser teza xwe ya doktorayê, “Kurdish Theatre: The Evolution of Theatre in Kurdistan” (Şanoya Kurdî: Li Kurdistanê Werara Şanoyê) dixebite û xebatên xwe didomîne. Email: mr316@exeter.ac.uk