Puxte: Digel ku cîhana hunerê ya kûrewî û bêwefa navê wî yê pîroz – bo gelekan bêyom – demeke gelekî dirêj e hilnede jî, Alexander Brener, hevjîn û hevrêya wî ya heta hetayê, Barbara schurz, di Rêbendana 2005an de ji bo edîtoriya hejmara duyemîn a kovara art-istê (ya pêla duyemîn) li Konstantînapolîsê, li der û dorên Beyoğluyê wan deran bûn; her du jî şaşwaz, pariyekî hêrsoyî û piştşikestî bûn, lew re xeyn ji hevalekî wan ê hunermend ê ku di wê sîratûlmisteqîmê de wekî Xoce Xizirî bi hewara wan ve hatibû, di wê kurtemêvaniyê de kesî pûte bi wan, bi mêjûya wan û bi bîr û boçûnên wan ên tundûtûj –dihate gotin ku Brener û schurzê dilên xelkê ji hezkirin û evîna bo hunerê bi yekcaran sar dikin – nekiribû, xasma jî, sergerînendeyên dam û dezgehên hunerî yên ji dil xwe de serbixwe, tew nîv-serbixwe û der û dorên akademîk. Ev nivîsar ji hêlekê ve balê dikişîne ser çalakî û pratîkên dij-hunerî (yan jî vandal) yên Brenerî û ji hêla din ve jî hewil dide (yan jî dê bide) ku kurtemêjûya pratîkên hunerî-hevçax ên Amed-navendî cara yekem bi zimanê zikmakî bihîne zimên bê ka hunermendên Kurd çawa û bi çi awayî peywendî li gel bîr û boçûnên Brenerî danîne û sûd ji “teoriya serhildêr”, her wiha ji kovara art-istê wergirtine. Belam, min divêt ji niha ve bibêjim ku ev ne nivîsareke akademîk e, bêtir anamnezîk e, ku Barthes di ders û semînerên xwe de, yên wî li collège de Franceê dayî, li ser vê mijarê jî (bnr. lawaziya hiş û hoşeyê, Proust, Tolstoy, souvenirs, Adolescence) bi dilekî şikestî rawestiyaye.
Peyvên sereke: art-ist, Alexander Brener, hunera kurdî ya hevçax.