Xerabî yek ji têgehên herî berhemdar ên edebiyatê ye. Bi qasî ku “qencî” bi nav û deng e divê neyê jibîrkirin ku vê “qencî”yê ev navûdengbûna xwe bi xêra “xerabî”yê bi dest xistiye. Lewra weke qanûneke bingehîn hemû tişt bi dijberên xwe tên zanîn û li gorî wan qîmet digirin. Ji çêbûna însanan û heta niha şerek di nav qencî û xerabiyê de heye. Jixwe însan jî piştî xerabiya ku şeytên li Hz. Hawayê kir û pê ve ji bihuştê hat derxistin û îmtîhana qencî û xerabiyê li vir û li vê erdê dewam kir. Ji ber vê yekê ye ku xiristiyanan jî ji bo ku xwe ji vê xerabiyê (guneh) paqij bikin bi waftîzê ji xwe re rêyek dîtine. Gelo em ji bo çi ewqasî li dora şeytan diherin û tên. Xuya ye ku ev ne rêyek tekûz e lê wexta ku peyv hat ser edebiyatê divê em li ser rola wî ya ku ji bo edebiyatê hewce ye bisekinin.
Şeytan ji xwe re di edebiyatê de dikare cihekî çawa bigire gelo. Di edebiya- ta cîhanê-bêtir a rojava- de şeytan weke amûrekî “afirîner” hatiye bikaranîn. Şerif Mardin di teblixa xwe ya ku di sempozyûma bi navê “ modernbûn, cî- hana îslamê û Tirkiye” de pêşkêş kiribû, li ser hêl û hêza şeytan a afirîneriyê disekine û weha dibêje. Fikra “afirîneriya şeytên” di îslamiyetê de tuneye, heta ev fikir bi xwe jî guneh e…