Destpêk: Ez ê di vê xebatê de, polîtîkaya temsîlê ya fîlmê ku Ferît Karahan derhênaye û di Festîwala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê ya sala 2013an de xelata Fîlmê Herî Baş bi fîlmeke din re parve kiriye, “Derbûyîna ji Bihuştê” weke fîlmeke kurdan ê honak nîqaş bikim2. Argumana ku xebatê bi rêve dibe tevî ku ev yek e ku fîlmên vê dawiyê yên kurdan nêzikî têkoşîna neteweyî ya kurdan in, lê dûrî rabêjeke sînematîk a neteweyî ne ku mirov bikare ji bo wê têgeha Sînemaya Kurdan bi kar bîne. Bi par- çebûyîna zeman- mekan a vebêjî, stratejiyên honakê yên paralel, herikîna mekanî ya netewebuhêr, texeyyulên qada sînematîk ên pir-zimanî û pir-nasnameyî û carinan jî “bênasname”, fîlmên ku tên qalkirin, bi rejîmên dîtbarî û stratejiyên estetîk-polîtîk nahêlin ku vebêjek neteweyî ya homojen pêk were. Her çiqas li ser binavkirina wê lihevkirinek tunebe jî, em ê di vê xebatê de bi giştî kategoriya “Fîlmên Kurdan” weke “fîlmên ku zimanê wan bêtir bi kurdî be, pirsgirêka kurdan bike parçeyek ji mijara xwe û vê pirsgirêkê bi perspektîfeke ku li hemberî vebêja “modernbûna neteweyî ya tirkan” daxil bike” bi nav bikim. Helwesta rexneyî ya li dij vebêja modernbûna ne- teweya tirkan, nîşandayina vê vebêjê bi pratîkên şideta kolonyal ên ku dihundirîne, dibe sedem ku fîlmên kurdan li dij “vebêja neteweyî” ji ‘avakar’tiyê wêdetir helwes- teke polîtîk-sincî ya ‘binyadxerakirin’(yapısöküm)ê bigirin. Vê helwesta polîtîk-sin- cî him di mijara van fîlman de, him jî di awayên struktura formel/şêweyî yên weke sînematografî, mîzansen û honaksaziya wan de xwe dide der. Heta meriv dikare bibêje ku binyada formel/şêweyî ya van fîlman ev e ku asta bingehîn a helwesta xwe ya rexneyî çêdikin.Ali
Ali Fuat Şengül
Pileya Doktorayê ji Zanîngeha Texas-Austinê beşa Radyo-TV-Fîlmê wergirtiye. Li zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa Sînema TVyê de mamoste ye. Li ser sînemayên neteweyî-wêde, Sînemaya Ceribînî û Antropolojiya Dîtbarî dixebite. Email: afsengul@gmail.com